Tirkiye

Li Diyarbekirê banga ji bo teserufa avê gihişt armancê

Bestami Bodruk, Damlanur Teyhun  | 07.09.2023 - Rojanekırın : 12.09.2023
Li Diyarbekirê banga ji bo teserufa avê gihişt armancê

Diyarbakir

Rêveberê giştî yê Îdareya Karûbarê Avê û Qenalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Firat Tutşî destnîşan kir ku li Diyarbekirê banga ji bo teserufa avê gihişt armanca xwe û got, "Di çarçoveya kampanyayê de di 56 rojan da di warê serfkirina avê da bi giştî 669 hezar metrokup teseruf hat kirin."

Tutşî di civîna çapemeniyê da ku li Tesîsa Dawerivandina Ava Vexwarinê ya li Kayapinara navçeya navendî li dar xist, bi bîr xist ku demek beriya vê kampanyaya teserufa avê dabûn destpêkirin.

Tutşî got, "Di çarçoveya kampanyayê da di 56 rojan da di warê serfkirina avê da bi giştî 669 hezar metrokup teseruf hat kirin. Weke tê dîtin di encama tedbîr û bikaranîna bi hişdarî da beşdariyeke mezin ji bo kampanyaya me çêbû. Em spasiya hemî aliyan dikin ku bersiv dan vê banga me ya teserufê ya di çarçoveya tedbîran da û ev yek di jiyana xwe kirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın