Li Diyarbekirê agirê ku bi daristanê ket, hat temirandin

Diyarbakir
Li Sîlvana navçeya Diyarbekirê agirê ku bi daristanê ket, hat temirandin.
Duh êvarê li mezreya Kalemlîkê ya li ser Taxa Kazandagiya gundewar ji ber sedemeke ku hê nehatiye tesbîtkirin, agir bi daristanê ket. Li ser êxbarê ekîbên Midûriya Dezgeha Daristanê ya Diyarbekirê çûn herêmê û midaxeleyî şewatê kir.
Şewat bi midaxeleya 2 arazoz, 2 wesayîtên midaxeleya ewil û 30 personelan hat temirandin.
Xebatên sarkirina cihê agir jî hat kutakirin û bi tevahî qadeke 9 hektarî şewitî.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.