Tirkiye

Li Diyarbekirê 994 kîlo esrar û 247 hezar serî kirkirk hat bidestxistin

Li Liceya navçeya Diyarbekirê 994 kîlo esrar û 247 hezar serî kirkirk hat bidestxistin.

18.10.2020 - Rojanekırın : 19.10.2020
Li Diyarbekirê 994 kîlo esrar û 247 hezar serî kirkirk hat bidestxistin

Diyarbakir

Li Liceya navçeya Diyarbekirê 994 kîlo esrar û 247 hezar serî kirkirk hat bidestxistin.

Li gor daxuyaniya ku ji Walîtiyê hat dayîn, Fermandariya Cendirmeya Bajêr ji bo ku têkiliya navbera rêxistina terorê ya cihêkar û kesên hişbirê datînin û bazirganiya wê dikin bi delîlên berbiçav derxe holê, ji bo hişbira ku hatiye veşartin û kesên ku ev hişbir veşartine bibînin û wan teslîmî edaletê bikin, operasyona Yildirim-7ê dikin û di çarçoveya operasyonê da li devera çiyayî ya Kayacik, Ortaç û Yalazaya navçeya Liceyê operasyona narko terorê bi serkeftî hat temamkirin.

Di operasyonê da li 30 deverên cuda 780 kîlo jê wek toz, 214 kîlo jê kubar, bi tevahî 994 kîlo esrar, 247 hezar û 400 serî kirkirk û cîhazê termal ê li ser çekê, dûrbûn, tulumê xewê û çenteyê piştan hat bidestxistin.

Kirkirk li cihê bûyerê hatin îmhekirin.




Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.