Li Diyarbekirê 7 milyon û 543 hezar û 818 serî kirkirk û skunk hat desteserkirin

Ankara
Wezîrê Karên Navxweyî Ali Yerlikaya ragihand di operasyona li Diyarbekirê da 7 milyon û 543 hezar û 818 serî kirkirk û skunk hat desteserkirin.
Wezîr Yerlikaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî diyar kir ku di çarçoveya têkoşîna li dijî hişbirê da Fermandariya Cendirmeyê ya Bajêr ya Diyarbekirê li Egil, Yenîşehîr, Sûr, Licê, Hênê, Hezro û Karazê (Kocakoy) operasyon kirin.
Di operasyona ku bi alîkariya wesayitên bêmirov hat lidarxistin da 179 tîmên operasyonel, 2 hezar û 212 personel, helîkoptera tîpa 1 S-70yî cih girtin. Hat ragihandin ku di operasyonê da 7 milyon û 543 hezar û 818 serî kirkirk û skunk hat desteserkirin.
Wezîr Yerlikaya got, "Dijminê mezintirîn yê însanetiyê hişbir e. Têkoşana me ya li dijî tacirên jehrê wê dewam bike."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.