Li Diyarbekirê 6 gumanbarên di operasyona dijî PKKyê da hatibûn binçavkirin hatin girtin
Li Diyarbekirê ji 7 bersûcên ku di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da hatibûn binçavkirin 6 jê hatin girtin.

Diyarbakir
Li Diyarbekirê ji 7 bersûcên ku di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da hatibûn binçavkirin 6 jê hatin girtin.
Ekîbên Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr ji bo girtina gumanbarên ku alîkarî û piştevaniya rêxistina terorê dikin, di çarçoveya telîmatên mensûbên rêxistinê tevdigerin li navçeyên Lîce, Sîlwan û Baxlarê operasyon bi ser 11 navnîşanan.
Di operasyonê da O.Y, F.O, S.O, F.Î, M.Î, M.Ş.B û M.Y hatin binçavkirin. Ji gumanbarên ku piştî miameleyên li cendirmeyê sewqî edliyeyê kirin 6 kes hatin girtin, M.Y bi şertê kontrola edlî hat berdan.
Di çarçoveya lêpirsînê da ji bo girtina gumanbarekî jî xebat dewam dikin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.