Li Diyarbekirê 177 hezar û 20 kenevîr kirkirt û 65 kîlogram esrar hat desteserkirin

Diyarbakir
Li Hanî û Qulpa navçeyên Diyarbekirê 177 hezar û 20 kenevîra, kirkirt û 65 kîlogram esrar, 475 kirkirta skunk û 2 tivingên bê ruxset hatin desteserkirin.
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê, Fermandariya Cendirmeyê ya Parêzgehê bi mebesta bi delîlên berceste têkiliya di navbera rêxistina terorê ya cudaxwaz û kesên ku hişbirê hildiberînin û bazirganiya wê dikin, bê îsbatkirin û herwiha hişbira ku li herêmê hatiye veşartin bê dîtin û kesên têkildar ji dadgehê ra bên teslîmkirin, duhê li Hanî û Qulpa navçeyên Diyarbekirê operasyon hat lidarxistin.
Di operasyonê da li taxên Kaledibî û û Serenê yên Haniyê 61 kîlogram esrara kubar, 15 hezar û 20 kenevîra kirkirt, 475 kirkirta skunk, 2 tivingên bê ruxset, 2 mêzênkên hesas, li taxa Akdoruka Qulpê jî 162 hezar kenevîr kirkirt û 4 kîlogram esrara kubar hat desteserkirin.
2 gumanabrên ku hatin binçavkirin piştî karûbarên wan ên li cendirmeyê sewqî dadgehê kirin.
Kenevîr û skunka desteserkirî piştî sitandina nimûneyê hatin îmhakirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.