BURSA
Di operasyona ku navenda wê Bursa ye û li dijî şaxa ciwanan a PKKyê YDG-Hyê hat kirin da 7 kes hatin binçavkirin.
Li gor agahiyan di çarçoveya xebatên tîmên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlehiya Bursayê da li Bursa, Erzirom û Rihayê li dijî endamên YDG-Hyê operasyon hat kirin. Hat destnîşankirin ku di heman demê da tîmên ewlehiyê di ser 6 avahiyan da girtin.
Li taxa Gorukleya Nîlufera navçeya Bursayê xwendekarên zanîngehê R.O, A.E. û E.A, li Yildirimê M.T. û M.E, li Erziromê O.G. û li Rihayê jî M.A. hat binçavkirin.
Di operasyonê da amûrên rêxistinê, kêr û dar hatin qefaltin.
Hat tesbîtkirin ku gumanbar ji bo PKKyê endaman temîn dikin û bi rêya kuryeyan dişînin çiyê.
7 gumanbarên ku hatin binçavkirin sewqî edliyeyê kirin.