Tirkiye

Li dijî PKKya rêxistina terorê "Operasyona Qiranê"

Wezareta Karên Navxweyî diyar kir ku di çarçoveya "Operasyona Qiranê" da 8 terorîst hatin berterefkirin

25.08.2019 - Rojanekırın : 25.08.2019
Li dijî PKKya rêxistina terorê "Operasyona Qiranê"

Ankara

Wezareta Karên Navxweyî diyar kir ku di çarçoveya "Operasyona Qiranê" da 8 terorîst hatin berterefkirin.

Di daxuyaniya Wezaretê da hat destnîşankirin ku di operasyona li çil û çiyayên Şemzînana navçeya Hekariyê tê kirin da 5 terorîstên din jî hatin berterefkirin.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:

"Di çarçoveya Operasyona Qiranê da Midûriyeta Ewlekariya Bajêr û Fermandariya Cendirmeyên Bajêr li çiyayên Şemzînana navçeya Hekariyê operasyon kirin û 5 terorîstên din jî hatin berterefkirin. Bi vî awayî di Operasyona Qiranê ya li çiyayên Şemzînana navçeya Hekariyê da hetanî nika 8 terorîst hatin berterefkirin. Li herêmê operasyon dewam dikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.