Li dijî avahiyê HDPyê ya Esenyurtê operasyon
Serokê Navçeyê yê Esenyurtê yê HDPyê Ercan S. û Dilan K. ji ber propagandaya rêxistina terorê îfade dan û bêyî ku girtî bên darizandin hatin berdan

Istanbul
Li dijî avahiyê HDPyê ya Esenyurta navçeya Stenbolê ji bo poster û afîşên serokê PKKya rêxistina terorê Abdullah Ocalan bên daxistin û yên ku van darve kirine bên girtin, operasyon hat kirin.
Xebatkarên Şaredariya Esenyurtê dema li avahiyê HDPyê ya Esenyurtê paqijî kirin hin wêne kişandin û li ser medyaya civakî parvekirin. Di wêneyan da afîş û posterên serokê rêxistinê Ocalan tê dîtin. Li ser vê tîmên Midûriya Ewlehiya Esenyurtê xebat dan destpêkirin.
Tîmên Midûriya Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê li ser biryara Serdozgeriya Komarê ya Buyukçemeceyê ketin avahiyê HDPyê ya navçeyê.
Di lêgerînê da poster û afîşên serokê PKKya rêxistina terorê Abdullah Ocalan, pîneyên li ser YPJ hatiye nivîsandin, 1000 afiş, kovarên propagandaya rêxistinê dikin, gelek pirtûk, 3 harddîsk, 2 laptop, 2 DVD û 2 video kaset hatin bidestxistin.
Serokê Navçeyê yê Esenyurtê yê HDPyê Ercan S. û Dilan K. ji ber propagandaya rêxistina terorê îfade dan û bêyî ku girtî bên darizandin hatin berdan.
Hat tesbîtkirin ku ceyrana avahiyê 4 sal e ku qaçax e, ji ber vê ekîbên BEDAŞê ceyrana avahiyê birîn.