Tirkiye

Li dijî avahiyê HDPyê ya Esenyurtê operasyon

Polêsan ewraq û dokumanên bi dest xistin wesayîtan barkirin birin ewlehiyê ku li ser lêkolînê bikin

24.01.2021 - Rojanekırın : 24.01.2021
Li dijî avahiyê HDPyê ya Esenyurtê operasyon

Istanbul

Li dijî avahiyê HDPyê ya Esenyurta navçeya Stenbolê ji bo poster û afîşên serokê PKKya rêxistina terorê Abdullah Ocalan bên daxistin û yên ku van darve kirine bên girtin, operasyon hat kirin.

Xebatkarên Şaredariya Esenyurtê dema li avahiyê HDPyê ya Esenyurtê paqijî kirin hin wêne kişandin û li ser medyaya civakî parvekirin. Di wêneyan da afîş û posterên serokê rêxistinê Ocalan tê dîtin. Li ser vê tîmên Midûriya Ewlehiya Esenyurtê xebat dan destpêkirin.

Tîmên Midûriya Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê li ser biryara Serdozgeriya Komarê ya Buyukçemeceyê ketin avahiyê HDPyê ya navçeyê.

Dema lêgerînê da tevdîrên ewlehiyê bi berfirehî hatin dîtin, çûyîn û hatina trafîkê hat rawestandin.

Di avahiyê da qasî 6 saetan lêgerîn hat kirin, polêsan ewraq û dokumanên bi dest xistin wesayîtan barkirin birin ewlehiyê ku li ser lêkolînê bikin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın