Li deverên bilind ên Mûşê xebatên avêtina berfê û vekirina rêyan dewam dikin
Muş
Ekîbên Îdareya Taybet a Bajarê Mûşê di rêyên gund, mezre û zozanan da avêtina berfê didomînin.
Li gor daxuyaniya ku ji Îdareya Taybet a Bajêr hat dayîn, ji bo vekirina rêyên gund, mezra û zozanan ku zivistanê kes lê namîne, xebat tên kirin.
Li deverên bilind qalindiya berfê cî bi cî heta 2 mêtreyî zêde dibe, ekîb di şert û mercên dijwar da wezîfeyê dikin û hewl didin ku rêyan di demeke herî kin da vekin.
Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Şeyhmus Yentur diyar kir, ew hewl didin ku rêyên niştewaran vekin, lê li van niştewaran zivistanê kes najîn.
Yentur ekîb li deverên bilind xebatên paqijkirina berfê didomînin û wiha dewam kir, "Ji bo ku welatiyên me biharê bi rehetî biçin gundên xwe û bên, ekîbên me li herêmên ku qalindahiya berfê cî bi cî dertê 2 mêtreyan, dixebitin. Ez spasiya hevalên me dikim ku di şert û mercên dijwar da dixebitin. Her wiha ji bo ku sebir dikin jî ez spasiya welatiyên me dikim."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
