Li devera Xwakurkê bi operasyona asîmanî 5 terorîstên PKKyî hatin berterefkirin
Ankara
Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) ragihand ku li devera Xwakurkê bi operasyona asîmanî 5 terorîstên PKKyî hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya wezaretê da tekezî hat kirin ku operasyonên dijî PKKya rêxistina terorê bi biryardarî didomin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku 5 terorîstên PKKyî yên li devera Xwakurkê hatin tesbîtkirin, bi operasyona asîmanî hatin berterefkirin û wiha hat gotin, "Heta terorîstê dawîn were berterefkirin, ewê operasyonên me berdewam bin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.