Tirkiye

Li dervayî welêt 15 sûcdar hatin girtin û anîn Tirkiyeyê

Semih Erdoğdu  | 17.10.2025 - Rojanekırın : 17.10.2025
Li dervayî welêt 15 sûcdar hatin girtin û anîn Tirkiyeyê

Ankara

 Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand ku 13 sûcdarên ku bi bultena sor li wan digeriyan û 2 sûcdarên di asta neteweyî da li wan digeriyan, li dervayî welêt hatin girtin û anîne Tirkiyeyê.

Yerlîkaya di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe NSosyalê da ragihand ku di encama xebatên hevpar yên Serokatiya Daîreya Interpol-Europolê ya Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê, karmendên Wezareta Edaletê, serokatiyên KOM, Îstixbarat û Têkoşîna Dijî Sûcên Narkotîkê û Serokatiyên Daîreyên Asayîş, TEM û Têkoşîna Dijî Sûcên Sîberê da, ji bo şikbarên ku reviyane dervayî welêt xebat hatine kirin.

Wezîrê Karên Navxweyî Yerlîkaya destnîşan kir ku di encama xebatan da 13 sûcdarên ku bi bultena sor li wan digeriyan û 2 sûcdarên di asta neteweyî da li wan digeriyan, li dervayî welêt hatin girtin û anîne Tirkiyeyê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın