Li demsala payîzê li Qersê dîmenên xweş derketin holê

Kars
Li Qersa ji deverên herî bilind ên Tirkiyeyê yek û zivistan lê bi zor û zehmetî derbas dibe bi hatina payîzê ra dîmenên xweş û rengîn derketin holê.
Pelên li ser daran zer bûne û cihên dîrokî yên li bajêr bi hev ra dîmenên xweş radixin pêş çavan.
Palên Kelha Qersê, dor û berê Dereîçiyê, darên li kuçe û kolanên bajêr ku pelên wan zer dikin û qismek jî weşiyane mirov hijmetkarê xwe dihêlê.
Li bajarê ku ji bo gelek şaristaniyan mazûvanî kiriye û gelek berhemên dîrokî li ser xwe dihewîne rengên zer, sor, kesk û qehweyî yên li ser dar û beran dîmenên xweş radixe pêş mirov.
Wênekêşên amator jî li bajêr wêneyên van demên reng rengî dikişînin û ji wan Omer Can daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew çawa firsendê dibîne tê û wêneyên van dîmenên payîzê dikşîne.
Ji wênekêşan Berkan Dolapçi jî ragihand ku bajarê Qersê her demsal xweş e û ew jî ji vê xweşikiyê îstifade dikin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.