Tirkiye

Li Cizîrê ji bo asayîbûna jiyanê xebat didomin

Li navçeyê barîkatên ku hatine danîn yeko yek tên rakirin û ew enqaza ji ber êrîşên terorê derketiye jî bi makîneyên kar ve tê paqijkirin.

13.02.2016 - Rojanekırın : 14.02.2016
Li Cizîrê ji bo asayîbûna jiyanê xebat didomin

Şırnak

ŞIRNAK

Li Cizîra navçeya Şirnexê piştî ku operasyonên li dijî mensûbên PKKya rêxistina terorê bi dawî bûn ji bo asayîbûna jiyanê xebatên ku dest pê kirine jî didomin. Barîkatên di kuçe û kolanên navçeyê de hatine danîn jî bi makîneyên kar ve yek bi yek tên rakirin.

Piştî operasyonên ku hêzên ewlehiyê li Cizîra navçeya Şirnexê dijî mensûbên rêxistinê li dar xistin û 59 roj bi şûn ve bi dawî bûn li navçeyê xebatên paqijkirinê dest pê kir.

Hêzên ewlehiyê gelek teqemeniyên hatibûn bicihkirin îmha kirin, ser hendekan girtin û barîkatên di nav kuçe û kolanan de hatibûn danîn rakirin.

Li navçeyê xebatên lêgerîn û kontrolê dewam dikin û di heman demê de ji bo asayîbûna jiyanê ya li navçeyê jî ji aliyekî ve xebatên temîrkirinê tên kirin.

Enqaza xanî û avahiyên hilweşiyane tên paqijkirin, barîkat tên rakirin.

Zirar û ziyana ku him terorîstan dan derdorê û him jî ji ber şer qewimî piştî bidawîbûna operasyonê derket holê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.