Li Cizîrê di Medreseya Sor da nimêja terawîhê bi xitmê tê kirin
Şırnak
ŞIRNAK (AA) - Li Cizîra navçeya Şirnexê li Medreseya Sor a dîrokî nimêja terawîhê bi xitmê tê kirin.
Welatiyên ku tên medreseya dîrokî, bi melatiya Miftiyê Cizîrê Suleymman Baran û xortên hafizên nimêja terawîhê xitmê dikin.
Baran daxuyanî da û diyar kir ku li qursên Qur'anê û medreseyan nimêj bi xitmê tê kirin.
Baran got, "Di meha Remezanê da fezîleta nimêja ku bi xitmê tê kirin, pir zêdetir e." û welatî dewet kir ku nimêja xwe ya terawîhan bi xitmê bikin.
