Li Çiyayê Agiriyê ji bo çiyagera jin a jê xeber nayê hildan xebata lêgerînê dewam dike
Ağrı
Xebatên lêgerîn û xilaskirinê yên ji bo çiyagera jin a ku dema hildikişiya lûtkeya Çiyayê Agiriyê ji 4 hezar û 700 mêtroyê vegeriya û jê xeber nayê hildan dewam dikin.
Ji bo çiyagera jin Sevîm Yilmaz Hasanovayê ku roja yekşemê di hilkişîna ser lûtkeyê Çiyayê Agiriyê da di 4 hezar û 700 mêtroyê da ji koma ji 5 kesan pêk tê veqetiya û jê xeber nayê hildan xebatên lêgerîn û xilaskirinê dewam dikin.
Di xebata ku bi kordînasyona tîmên AFAd û Lêgerîn û Xilaskirinê ya Cendirmeyan tên kirin da wesayîta asîmanî ya cendirmeyan û wesayîta asîmanî ya bêmirov a yekîneyên ewlehiyê li herêmê beşdarî fealiyetên keşf û lêgerînê dibin.
Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr jî bi makîneyên kar li herêmê xebata vekirina rê dike.
Ji hêla din va koma çiyageran a 4 kesî ku bêpirsgirêk ji çiyê vegeriyan duh ji bo tevdîrê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Bazîdê ya Doç. Dr. Yaşar Eryilmaz û kontrola tenduristiya wan hat kirin.
Sevîm Yilmaz Hasanovaya ku di nav koma 5 kesî da bû û hildikişiya lûtkeya Çiyayê Agiriyê ya ku bi raqima xwe 5 hezar û 137an cihê herî bilind ê welêt e, 22yê adarê li bilindahiya 4 hezar û 700 mêtroyî ji komê veqetiyabû da ku dagere û paşê jê xeber nehatibû hildan.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
