Tirkiye

Li çil û çiyayên bi berf derbe li PKKyê xistin

16.01.2020 - Rojanekırın : 17.01.2020
Li çil û çiyayên bi berf derbe li PKKyê xistin

Van

Di operasyona li Wanê ji bo pêşî li sitargehên PKKya rêxistina bibirin tê kirin da ekîbên cendirmeyan li çil û çiyayên qalindahiya berfa wê dide nava merivan û germahiya hewaya wê di binê sifirê da 20 pile ye terorîstan teqîb dikin.

Fermandariya Cendirmeyên Bajêr ji bo deşîfrekirina çalakiyên li herêmê û xirabkirina sitargeh û baregehan ên rêxistina terorê operasyon dan destpêkirin.

Operasyona li Zozana Çalyanê ya di navbera Wan, Hekarî û Şirnexê da Tuxgeneral Yuksel Yîgîtê Fermandarê Cendirmeyên Bajêr rê va dibe, bi 14 tîmên ji 200 kesî pêk tên operasyon dewam dike.

Zivistan e, hewa sar e car caran germahiya hewayê dadikeve 20 pileyên di binê sifirê da. Firoke û teyareyên bêmirov piştgiriyê didin operasyonê, li 7 cihan şikeft û sitargehên terorîstan bi kar dianîn hatin tesbîtkirin.

Ekîbên cendirmeyan di dema operasyonê da li Zozana Çaylanê sitargeha firehiya wê 50 mêtro berahiya wê 50 mêtroyî ya PKK/KCKya rêxistina terorê tesbît kirin. Di sitargehê da 8 teqemeniyên bi destan hatine çêkirin, amûrên pê teqemeniyê çêdikin û gelek amûrên jiyanê dîtin.

Wekî mayîn di operasyonê da 2 kes bi îdiaya alîkarî dane PKKyê hatin binçavkirin.

Operasyonên li herêmê dewam dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın