Li Çelîkhana Adiyemanê xaniyên erdhejê ber bi kutabûnê ne

Adıyaman
Li Çelîkhana navçeya Adiyemanê ya erdhejên navend Kahramanmaraş ên di 6ê Sibata 2023yan da tesîr lê kir, xaniyên erdhejê yên di kordîneya Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avûhewayê da ji hêla TOKÎyê tên çêkirin, ber bi kutabûnê ne.
Ozgur Pelvanê Qaymeqamê Çelîkhanê ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku erdhejê ji her hêlê va tesîr li navçeyê kir.
Pelvan bal kişand ku piştî erdhejê dewlet bi hemû derfetên xwe, alîkariya welatiyan kir û wiha dewam kir:
"Li tanga Girê Gellerê em 922 xanî, 4 navendên bazirganiyê, mizgeftek û lîseyeke 16 polî çêdikin. Avaniyên me gihîştin asta ji sedî 90î. Înşelah em plan dikin heya dawiya meha din, welatiyên xwe bigihînin xaniyên wan ên germ."