Li Çankiriyê otobêsa kesên ji bona merasima cinazeyê diçûn qelibî: 34 birîndar
Li Kurşunluyê otobêsa ku kesên ji bona merasima cinazeyê diçûn tê da bûn qelibî û 34 kes birîndar bûn.
Çankırı
Li Kurşunluya navçeya Çankiriyê otobêsa ku kesên ji bona merasima cinazeyê diçûn tê da bûn qelibî û 34 kes birîndar bûn.
Otobêsa Şaredariya Umraniyeyê ya bi plaqeya 34 VN 2677 ku Cemîl Guney (43) diajot û kesên ji bona merasima cinazeyê ji Stenbolê diçûn Çankiriyê tê da bûn li texma Kurşunluyê qelibî.
Di qezayê da da tevî Cemîl Guney 34 kes birîndar bûn û kesên birîndar rakirin nexweşxaneyên li Çankiri, Kurşunlu û navçeyên derdorê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.