Tirkiye

Li Çanakkaleyê belema lastîkî ya ku koçberên bêdestûr tê de bûn binav bû

Sinan Balcıkoca, Çiğdem Münibe Alyanak, Burak Akay  | 15.03.2024 - Rojanekırın : 15.03.2024
Li Çanakkaleyê belema lastîkî ya ku koçberên bêdestûr tê de bûn binav bû

Canakkale

 Li peravên Eceabata navçeya Çanakkaleyê belema lastîkî ya ku koçberên bêdestûr tê de bûn binav bû, ekîbên Ewlehiya Qeraxê sewqî deverê hatin kirin.

Waliyê Çanakkaleyê Îlhamî Aktaş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku belema lastîkî bi qasî 8 kîlometreyan dûrî peravên Eceabatê binav bû û ew jî li herêmê ye.

Aktaş, diyar kir ku hin koçber hatin rizgarkirin û ji bo anîna peravê hewl tê dayîn û wiha got:

"Me nekarî em hejmara rast eşkere bikin. Niha kesên sax hatine rizgarkirin û cesed hene. Em difikirin ku belema lastîkî ye. Koçberên bêdestûr hilgirtibûn. Ev ne guzergaheke ku tê bikaranîn e. 4 kes bi saxî hatin rizgarkirin, em hewl didin bi rêya wergêr hejmarê diyar bikin. Mixabin 2 pitik jî mirin. Xebatên lêgerîn û teftîşê dewam dikin."

Li herêmê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên ekîbên Ewlehiya Peravê dewam dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın