02 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2016
BÎNGOL
Li Genca navçeya Bîngolê wesayîtek welgeriya şerampolê. Di qezayê de 2 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.
Wesayîta ku şofêrê wê Sabahattîn Kolak (35) û plaqeya wê 34 YP 7738 bû li nêzîkî gundê Bînekliyê welgeriya şerampolê.
Şofêr Kolak û diya wî Zayîde Kolak (63) li cihê qezayê mirin.
Xwîşka Kolak Aysun (19) û xwarziyê wî Berkay Kolak (5) birîndar bûn.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bîngolê.
