Tirkiye

Li Bîngolê di qezaya ku 2 kamyon li hev ketin da kesek mir, kesek birîndar bû

Rıdvan Korkulutaş  | 15.06.2022 - Rojanekırın : 15.06.2022
Li Bîngolê di qezaya ku 2 kamyon li hev ketin da kesek mir, kesek birîndar bû

Bingöl

Li Bîngolê du kamyonan qeza kir û kesek mir, kesek birîndar bû.

Kamyona ku têjikê masiyan lê barkirî bû, plaqeya wê 23 BZ 950 û Muhammet Emîn Aydin diajot li ser rêya Bîngol û Elezîzê texma Bîrdariya 33 Şehîdên Er parava li kamyona ku plaqeya wê 23 BA 417 ye û Reşît Polat diajot, xist.

Li ser êxbarê ekîbên tenduristî, polês, cendirme û îtfaiyeyê sewqî cihê qezayê kirin.

Şofêrên ku di qezayê da birîndar bûn, rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Bîngolê. Muhammet Emîn Aydin digel midaxelayan xelas nebû.

Qismekî têjikên masiyan li nava rê bela bûn, yên mayî jî kirin wesayîteke din.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın