Tirkiye

Li Boluyê agirê ku bi malekê ket pekiya malên derdorê

Li Kuzfindika gundê li ser navenda Boluyê agir bi malekê ket û pekiya malên derdorê. Ji bo temirandina agir midaxale dikin.

İbrahim Atmaca  | 25.10.2020 - Rojanekırın : 26.10.2020
Li Boluyê agirê ku bi malekê ket pekiya malên derdorê

Sakarya

Li Kuzfindika gundê li ser navenda Boluyê agir bi malekê ket û pekiya malên derdorê. Ji bo temirandina agir midaxale dikin.

Li gor agahiya ku hat hildan, ji ber sedemeke ku hê ne diyar e agir bi baniyê malekê ket.

Agir bi bayê ra jî gur bû û di demeke kin da mezin bû û pekiya malên derdorê.

Li ser cabdayînê gelek ekîbên îtfaiyeyê sewqî herêmê kirin.

Ji bo ku agir bi malên din jî nekeve ekîban tevdîr hilda û agir ditemirînin. Gundî jî aliyê ekîban dikin ku agir bitemirînin.

Hin welatiyên ku dîtin malên wan dişewite, ji keriba qehirîn.

Ji aliyê din va Şaredarê Boluyê Tanju Ozcan jî hat herêmê û personelên tenduristiyê amade sekinîne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın