Li Boluyê otomobîl û wesayîteke bazirganiyê ya sivîk li hev qelibîn, 9 kes birîndar bûn
Bolu
Li ser Otorêya Anadoluyê li qismê Boluyê, otomobîl û wesayîteke bazirganiyê ya sivîk li hev qelibîn û 9 kes birîndar bûn.
Li taxa Gîşeyên Dortdîvanê ya Otorêyê, otomobîla ku şofêrê wê A.A., plaqeya wê 34 FKN 684 e û ber bi îstiqameta Enqereyê va diçû, li wesayîteke bazirganiyê ya sivîk ya ku şofêrê wê Ş.A. û plaqeya wê 06 BZM 211 e qelibî.
Kesekî ku li gor îdiayê di baxaja wesayîta bazirganiyê ya sivîk da rêwîtî dikir, pekiya ser rê. Wesayîta ku şofêrê wê M.H. û plaqeya wê 06 DIC 65 e li wî qelibî.
Di qezayê da 9 kes birîndar bûn.
Li ser cawdayînê cendirmeyên otorêyê, ekîbên tenduristiyê û ekîbên rêbejayê çûn cihê qezayê.
Ekîbên tenduristiyê piştî midaxaleya ewil bi ambulansan birîndar rakirin nexweşxaneyên Bolu û Geredeyê.
Ji ber qezayê rê 2 saet girtî ma, piştî ku cendirmeyên otorêyê karên xwe temam kirin rê ji hatin û çûyînê ra hat vekirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
