Tirkiye

Li Bodrûmê hejmara koçberên bêdestûr ên ji ber binavbûna belemê xeniqîn derket 19an

Îdrîs Akbiyikê Waliyê Muglayê: "Hemû kesên di botê da ji Efxanistanê ne. Ji ber şert û mercên neyînî yên hewa û deryayê belemê av hilda û binav bû"

Orhan Onur Gemici  | 01.04.2026 - Rojanekırın : 01.04.2026
Li Bodrûmê hejmara koçberên bêdestûr ên ji ber binavbûna belemê xeniqîn derket 19an

Ankara

Fermandariya Ewlehiya Qeraxan ragihand, hejmara koçberên bêdestûr ên li peravên Bodrûma navçeya Muglayê ji ber binavbûna belema lastîk xeniqîn, derket 18an.

Wesayîta Çavdêriya Qeraxê agahî da ku li peravên Yalikavakê belemeke lastîk a beza ya tê nirxandin koçberên bêdestûr tê da hene, binav bû. Li ser vê îxbarê, ekîbên ewlehiya qeraxan bo deverê hatin sewqkirin.

Ji bo beşdariya xebatên lêgerîn û xilaskirinê, ji Îzmirê helîkoptera ewlehiya qeraxan hat peywirdarkirin.

Bi xebata ekîban 21 koçberên bêdestûr hatin xilaskirin, termê 19 kesan hat derxistin.

Li herêmê ji deryayê û her wiha hewa da xebatên lêgerîn û xilaskirinê didomin.

- "Ji ber şert û mercên neyînî yên hewa û deryayê belemê av hilda û binav bû"

Îdrîs Akbiyikê Waliyê Muglayê di daxuyaniya xwe ya da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku heta niha yek jê dergûş, termên 19 kesan hatin derxistin.

Akbiyik bal kişand, tedawiya 20 kesên di qezayê da birîndar bûn didome û wiha got, "Hemû kesên di botê da ji Efxanistanê ne. Ji ber şert û mercên neyînî yên hewa û deryayê belemê av hilda û binav bû. Vê gavê xebatên lêgerînê ji hewa da û her wiha di deryayê da didomin. Der heqê bûyerê da lêkolînên me didomin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın