Li Bodrûmê belem binav bû, li gorî encamên destpêkê 11 kes xeniqîn
Muğla
Li peravên Bodrûma navçeya Muglayê belema lastîk a tê nirxandin koçberên bêdestûr tê da bûn binav bû û li gorî encamên destpêkê 11 kes xeniqîn, 21 kes hatin xilaskirin.
Wesayîta Çavdêriya Qeraxê agahî da ku li peravên Yalikavakê belemeke lastîk a beza ya tê nirxandin koçberên bêdestûr tê da hene, binav bû. Li ser vê îxbarê, ekîbên ewlehiya qeraxan bo deverê hatin sewqkirin.
Ji bo beşdariya xebatên lêgerîn û xilaskirinê, ji Îzmirê helîkoptera ewlehiya qeraxan hat peywirdarkirin.
Bi xebata ekîban 21 koçberên bêdestûr hatin xilaskirin, termê 11 kesan hat derxistin.
Li herêmê ji deryayê û her wiha hewa da xebatên lêgerîn û xilaskirinê didomin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
