Li Bilanixê bernameya "dengbêjiyê" hat lidarxistin
Muş
Li bajaroka Erentepeya li ser Bilanixa navçeya Mûşê bernameya "dengbêjiyê" hat lidarxistin.
Bername li hêwana konferansê ya şaredariyê hat lidarxistin û niştecihên bajarokê eleqe nîşanî bernameyê dan.
Şaredarê Erentepeyê Huseyîn Haydarogullari di bernameyê da axivî û got ku armanca wan ew e ku çandên berê ragihînin nifşên bê.
Haydaroglullari got ku "Ji ber ku em dizanin ku dengbêjî yek ji çandên herî kevnar ên vê herêmê ye me xwest ku em vê kevneşopiyê zindî bikin. Bernameyeke xweş bû. Me pirsgirêkên kesên ku beşdarî bernameyê bûn jî guhdar kir."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
