Tirkiye

Li Bidlîsê xebatên lêgerînê yên ji bo keçika 5 salî dewam dikin

Şener Toktaş, Orhan Alca  | 02.04.2026 - Rojanekırın : 02.04.2026
Li Bidlîsê xebatên lêgerînê yên ji bo keçika 5 salî dewam dikin Hizan Arama Kurtarma Derneği

Bitlis

Li Hîzana navçeya Bidlîsê ji bo Rabîa Ilgaza 5 salî ya ku duh winda bûye bê dîtin, xebatên lêgerînê dewam dikin.

Ji bo Ilgaza ku li gundê Sagirkayayê ya girêdayî navçeyê duh winda bûbû bê dîtin, xebatên lêgerînê serê sibê dîsa hatin destpêkirin.

Cendirme, qomando, gundparêz, endamên Komaleya Lêgerîn û Xelaskirinê ya Hîzanê û ekîbên AFAD û UMKEyê li her derê digerin.

Di lêgerînê da dron û balafirên bêmirov jî tên bikaranîn.

Xebatên lêgerînê bi serkêşiya AFADê, bi ekîbeke 350 kesî va tê meşandin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın