Li Bidlîsê danîna çeltûkê ya bi usûla berê dewam dike
Li Bidlîsê cotkar bi sedsalan in, bi usûla berê hilberîna çeltûkê dikin
Şener Toktaş, Berfin Sidar Aşit
02 Hezîran 2026•Rojanekirin: 02 Hezîran 2026
photo: Berfin Sidar Aşit / AA
Türkiye, Bitlis
Li Bidlîsê cotkar bi sedsalan in, bi usûla berê hilberîna çeltûkê dikin.
Gundiyên li gundê Çeltîkliyê ya ku 23 kîlomêtro dûrî navendê ye dijîn, serê sibê diçin xebatê û li ser qadeke qasî 100 donimî toximê çeltûkê datînin.
Gundî bi bêran va di nav hewzên heriyê da bi usûla paletiyê çeltûkan datînin.
Çandiniya çeltûkê di meha cotmehê da dest pê dike.
Wêne : Berfin Sidar Aşit/AA
Gundî birinca ku bi dest dixin jê qismekê ji xwe ra dihêlin û yên mayî jî difroşin.
Mixtarê gundê Çeltîkliyê Omer Kirşen ji endamên çapemeniyê ra daxuyand ew bi salane bi paletiyê birinc direşînin.
Kirşen anî ziman ku ew di meha cotmehê da çandiniya birincê dikin û wiha axivî:
"Em serê sibê diçin zeviyê û bi motorê va zeviyê dajon. Gundî tên bal hev û bi usûla paletiyê heta dereng dixebitin û li zeviyan çeltûkê datînin. Ji ber ku nîşastaya vê birincê pir kêm e, kesên ku nexweşiya şekir bi wan ra heye jî dikarin bi rehetî bixwin."
Kirşen got ew ê vê çandê bidomînin û wiha dewam kir: "Di meha cotmehê da em ê ji eraziyê ku me 100 donim danîye qasî 150-200 ton birinc bi dest dixin. Li gor siparişên taybet em birincê dişînin."
Ji gundiyan Faysal Kin jî wiha got: "Em toxim davêjin herqên ku me ji heriyê çêkiriye. Piştî xermanê em birincê ku didin didêrin, radixin, paşê di fabrîqeyê da dihêrin û difroşin."