Li Bidlîsê qismekî cemeda Gola Nazikê veheliya
Bitlis
Li Xelata navçeya Bidlîsê qismekî cemeda Gola Nazikê ya ku zivistanê rûyê wê bi temamî cemed girtibû, veheliya.
Gola Nazikê dikeve nava sînorên beldeya Ovakişla û gundên Nazik, Golgoren, Dîlburnu û Kirikkayayê û qada wê 40 kîlomêtreqare ye.
Masîgirên ku seranserê zivistanê di binê cemeda rûyê golê da masî girtin, piştî vehelîna cemedê bi kelekên xwe va çûn nava golê.
Gundiyan di nava parçeyên cemedê da masî girtin. Dîmenê wan bi dronê hat kişandin.
Bayram Canê masîgir ji mensûbên çapemeniyê ra got ku li herêmê bi destpêka germbûna hewayê ra cemeda golê veheliya.
Can wiha got, "Cemeda ser rûyê golê veheliya, em bi kelekên xwe diçin nava golê û masiyan digirin. Em debara xwe bi masiyan dikin."
