Tirkiye

Li Behra Wanê ya ji ber hişkahiyê ava wê vekişiya kelek bi makîneyên kar derxistin ser avê

Necmettin Karaca  | 15.09.2021 - Rojanekırın : 21.09.2021
Li Behra Wanê ya ji ber hişkahiyê ava wê vekişiya kelek bi makîneyên kar derxistin ser avê

Van

 Li Erdîşa navçeya Wanê ji ber hişkahiyê ava Behra Wanê vekişiya, kelekên masîgiran li îskeleyê asê man û bi makîneyên kar va dîsa derxistin ser avê.

Li gor salên berê baran kêm barî, hewa zehf germ bû ji ber vê jî ava gol û bendavan kêm bû.

Li Erdîşê ji ber hişkahiyê ava Behra Wanê gelekî vekişiya û kelekên masîgiran li axê rûniştin.

Bi makîneyên kar ên şaredariyê va ax û heriya bin û dora kelekan hat paqijkirin.

Piştî paqijkirinê kelek dîsa derketin ser avê.

Nurî Mehmetbeyogluyê Qaymeqam û Wekîlê Şaredar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji ber baran kêm barî û germahiya zêde ava behrê vekişiya.

Mehmetbeyoglu diyar kir ku ji ber vê jî herî zêde welatiyên bi masîgiriyê debara xwe dikin tengasiyê dikişînin û wiha pê da çû:

"Bi vekişîna ava Behra Wanê va kelekên masîgirên me li axê rûniştin. Kelekên wan asê man. Ji bo kelek dîsa derkevin ser avê me xebat dan destpêkirin. Di vê çarçoveyê da kevir û heriya li dora benderê hat paqijkirin. Masîgir dîsa derketin karê xwe."

Nedîm Aslanê masîgir jî diyar kir ku 30 sal e li Behra Wanê masîgiriyê dike û wiha axivî: "Ji ber hişkahiyê ava golê gelekî kêm bû. Kelekên me li benderê asê man. Me ji şaredariyê alîkarî xwest û kelekên me dîsa li ser avê ketin. Kêmbûna avê me ditirsîne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın