Li Baxçesarayê qalindahiya berfê ji bilindahiya wesayîtan derbas bû

Van
Ekîba Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li Baxçesaraya berfa ser wesayîtê ra wer dike rêya gomekê vekir.
Di daxuyaniya şaredariyê da hat diyarkirin ku ekîbên paqijkirina berfê ligel rewşa hewayê ji bo vekirina rêya Dîkmetaşa goma Antindereya taxa Baxçesarayê xebat dan destpêkirin.
Ekîbên şaredariyê li herêma berfa wê ser wesayîtan wer dike hem berfa ser rê paqij kirin hem jî li dijî aşîta jor da tê xwarê têkoşîn dan.
Ekîban piştî xebata 6 rojan li ber xwe da rêya Dîkmetaşê gomên li wê herêmê vekirin.
Abdullah Karcayê Şefê Şantiyeta Baxçesarayê çû gund û di navbera wî û gelê gund da axaftineke bi ken derbas bû.
Necmettîn Yucelê welatî diyar kir ku Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di her şertî da direve alîkariya wan û wiha pê da çû: "Ji bo keda wan ez ji ekîban ra sipas dikim. Ligel xetereya aşîtê xebatên xwe didomînin. Dema nexweşekî me hebe dewlet hemû îmkanên xwe sefereber dike. Çend roj berê firokeyê ji goma me nexweşek hilda û bir nexweşxaneyê. Rayedar di şsertên zor da digihêjin hewara me."
Wekî mayîn ji ber berf û bagerê hin rêyên hatibûn vekirin dîsa xitimîn. Ekîban ji bo vekirina wan rêyan dîsa dest bi xebatan kir.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.