18 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 20 Rêbendan 2016
BATMAN
Li Batmanê dijî YDG-Hya şaxa ciwanan a PKKya rêxistina terorê operasyon hat kirin û 3 kes hatin girtin.
Li gor agahiya ku hat bidestxistin, ekîbên Şaxa Têkoşîna Terorê ya Midûriya Emniyeta Bajêr, li taxa Pazaryeriyê operasyon birin ser malekê. Di operasyonê da H.A, B.A û R.Îyê ku ji şaxa ciwanan a rêxistina terorê ne, hatin girtin.
Li mala gumanbaran lêgerîn hat kirin û di lêgerînê da M16yek, keleşkofek, 2 demançe, 10 şarjor, 300 fîşeng, 15 funye, 2 devreyên ceyranê, 5 teqemenî, 10 kîlo amonyûm nîtrat û gelek amûrên teqemeniyê hatin bidestxistin.
3 kesên ku hatin binçavkirin li ewlehiyê ne û karên wan didome.