Li Batmanê kesên ku siruştê hez dikin hilkişiyan Zozanê Harrutê
Batman
Li Sasona navçeya Batmanê komeke ku siruştê hez dike, li hev civiya û hilkişiya Zozanê Harrutê.
Koma ku li gundê Çalişlarê hat bal hev, ji bo ku hilkişe zozanê nêzîkî lûtkeya Çiyayê Mereto, dest bi meşê kir.
Piştî rêwîtiyeke 4 saetan ew gihîştin zozanê ku bi berfê nixûmiye, wêne kişandin û berfedims xwarin.
Ramazan Doganê di komê da ye got ku zozan xweş e û ji ber rewşa hewayê ya baş wan biryara çûyîna zozanê daye û wiha axivî: "Rêya ku hatiye çêkirin di binê berfê da be jî ji bo me rehetî ye. Zozan cihekî wisa ye ku divê hem biharê û hem jî zivistanê bê dîtin."
Îshat Turgut jî anî ziman ku ew ji ber xirecira bajêr û dûrketina stresê li siruştê dimeşin û ew pêşniyazê her kesî dike.
Emrah Akin jî daxuyand, ew ji her kesî ra pêşniyaz dike ku bila bên dîtina zozanê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
