Li Batmanê di minîbusekê da 49 koçberên bêdestûr hatin qefaltin
Batman
Li Kozlika navçeya Batmanê di minîbusekê da 49 koçberên bêdestûr hatin qefaltin.
Ekîbên Fermandariya Cendirme ya Bajêr li texma gundê Tuzlagozuya ser navçeyê, minîbusek dan sekinandin.
Di minîbusê da 47 welatiyên Efxanistanê û 2 jî welatiyên Pakistanê tevahî 49 koçberên bêdestûr hatin tespîtkirin û şofêr R.O jî hat binçavkirin.
Hat ragihandin ku piştî muemeleyên fermî wê koçberên bêdestûr teslîmî Midûriyeta Îdareya Koçê bikin.