Tirkiye

Li Batmanê bi saya qanîkirina cendirmeyan terorîstek teslîm bû

Li Batmanê tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr hewl didin terorîstan qanî bikin ku ew teslîm bibin.

14.01.2020 - Rojanekırın : 15.01.2020
Li Batmanê bi saya qanîkirina cendirmeyan terorîstek teslîm bû

Batman

 Li Batmanê tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr hewl didin terorîstan qanî bikin ku ew teslîm bibin.

Li ser hewldana wan terorîstekî 22 salî yê ji kampa PKKya rêxistina terorê ya li Iraqê reviya, teslîmî hêzên ewlehiyê bû.

Artêşa Tirkiyeyê (TSK) û Midûriya Giştî ya Ewlehiyê têkoşîna dijî terorê dimeşînin, bi saya vê têkoşînê hêza rêxistinê her ku diçe kêm dibe.

R. C. (22) yê ku 5 sal berê ji Silopiya navçeya Şirnexê revandine çiyê û li kampa Sûriyeyê perwerdeya îdeolojiyê û ya çekê hildaye di nav rêxistinê da şofêrtiya qaşo rêvebirekî payebilind ê PKKyê dikir.

Di Herekata Kaniya Aştiyê da R. C bû şahidê berterefkirina endamên rêxistinê.

Bi saya qanîkirina tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Batmanê R.C ji rêxistinê reviya û teslîm bû.

Karên wî yên li fermandariyê dewam dike.

- Di 12 rojan da 4 terorîst teslîm bûn

Bi vî awayî li Batmanê di 12 rojan da 4 terorîst teslîm bûn.

S.B. dema çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê dît çalakiyê tesîr li ser wî kir û ew di 3yê çileya paşîn da teslîm bû.

K.Byê di nav rêxistinê da berpirsyar e jî di 6ê çileya paşîn da bi çek û bêtêla xwe va teslîm bû.

A.T. jî bi saya qanîkirina tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr ji kampa PKKya rêxistina terorê ya li Iraqê reviya û di 7ê çileya paşîn da teslîmî hêzên ewlehiyê bû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın