Li Batmanê kundê gewr ê ku bi birîndarî hat dîtin tê dermankirin

Batman
Li Batmanê kundê gewr ê ku ekîbên cendirmeyan bi birîndarî dît tê dermankirin.
Li gor daxuyaniya walîtiyê li çolwarê gundê Yedîyolê ya navend ekîbên Tîma Parastina Hewyanan, Tebîet û Hawirdor (HAYDÎ) dema dewriyeyê kundekî gewr ê ku herdu baskên wî birîndar bibû, dîtin.
Ekîban piştî midaxeleya ewil a li cihê bûyerê kundê gewr bo dermankirinê teslîmî ekîbên Midûriya Şaxa Parkên Neteweyî û Parastina Tebîetê kirin.
Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku xebatên ji bo parastina mafê jiyanê ya her giyanewerê dê dewam bikin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.