Li Batmanê cotkar ji ber tirsa berazan li ber bax û baxçeyên xwe nobetê digirin
- Li navçeya Kercewsê hilberîner ji bo ku berî rakirina berheman, peraneyên berazan lê rast nebin û zirarê nedinê, li ber bax û baxçeyên xwe nobetê digirin

Batman
ÎBRAHÎM TOPRAK/ŞAHÎN SEÇEN - Li Kercewsa navçeya Batmanê cotkar ji bo ku rez û baxên xwe li hemberî berazan biparêzin, nobetê digirin û tedbîrên cuda distînin.
Li navçeyê peraneyên berazan ên ku li rez û baxan rast dibin, zirarê didin berhemên welatiyan.
Hilberîner ji bo ku berî rakirina berheman, peraneyên berazan lê rast nebin û zirarê nedinê, li ber bax û baxçeyên xwe bi şev nobetê digirin û her wiha tedbîrên bi pergalên dengî û dîmenî distînin.
Huseyîn Yilmazê mixtarê gundê Yucesoyê yê girêdayî Kercewsê ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku li herêmê deriyê debarê, çandinî ye.
Yilmaz destnîşan kir ku di zeviyan da vê gavê kandêlkirina qawûn û zebeşan berdewam e û bi şûnda jî rakirina berhemên rez û baxên fistiqan dê dest pê bike.
Yilmaz bal kişand ku cotkar li aliyekî di zeviyan da dixebitin, li aliyê din jî bi şev li ber rez û baxan nobetê digirin da ku peraneyên berazan li berheman rast nebin û zirarê nedinê û wiha dewam kir:
"Di fistiqan da dema komkirinê nêzîk bûye. Em tevî gundiyan li nav hin baxan geriyan. Me dît ku beraz bi şev ketine baxçeyên fistiqan û zirar dane berheman, şaxên daran şikênandine. Her wiha ziyan dane rezên tiriyan jî. Dîsa bostanên qawûn û zebeşan jî kirine halekî wisa ku îmkana kandêlkirina wan nemaye. Welatî jî lewma li dijî berazan hin tedbîran distînin ku zirarê nedin rez û baxên wan. Hin kes nobetê digirin û hinek jî pergalên dengî û dîmenî bi kar tînin."
Ji Yucekoyê cotkar Mehmet Emîn Gezer jî diyar kir ku 50 donim eraziyê wî heye, bacanên sor, bacanên reş di serî da darên wî yên fistiqan, baxê tiriyan hene û ew bostanê zebeş û qireyan jî datîne.
Gezer daxuyand ku nêzî 5-6 salan e ku birên berazan dikevin zevî û bostanên wan û wiha dewam kir, "Beraz bi gelemperî bişev tên. Zirarê didin berên zevî û bostan. Qismekî zebeş û qireyan xwarine, qismekî wan jî kerî kirine. Li baxçeyên fistiqan jî çiqên daran dişkênin. Ew jî zirarê dide darê."
Gezer diyar kir ku wan ji bo birên berazan hin tevdîr hildan û wiha dewam kir, "Me pergala dengê guleyan di zeviyê da çêkir. Cîhaz bi navber dengê guleyan derdixe. Me li hin deran jî pergala ronîkirinê bi cih kir. Ji bilî wan em li serê zeviyan bi tivingan nobetê digirin. Em cotkar in, dixebitin. Her roj girtina nobetê jî dijwar e. Em vê gavê nobeta fistiq û tiriyan digirin. Piştî daweşandina fistiqan û berhevkirina tiriyan, nobeta me jî wê kuta be."
Hamdullah Acarê ku li mezreya Oteyakayê ya li ser gundê Kirkkatê dijî jî diyar kir, wan hin berên xwe hildan, lê birên berazan zirar dan baxçeyê fistiqan.
Acar destnîşan kir ku ew ê çendek şûda dest bi daweşandina fistiqan bikin û wiha got:
"Em ê paşê jî şûna darên ku berazan şikênandine, darên nû daynin. Xêr û bereket îsal baş e. Hişkahî hebû, lê dîsa jî baş e. Mixabin berazan zirar da qismekî fistiqan. Ji bo ku zêdetir zirarê nedinê em li serê zeviyê nobetê digirin. Dema em bira berazan dibînin, em ber bi esman va guleyan agir dikin, li fîqê didin, li tenekeyan didin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.