Tirkiye

Li Başûrê Rojhilat ji bo zêdekirina rêjeya aşîkirinê mela û alim jî ketin dewrê

Li Diyarbekir, Batman û Mêrdînê ji ber ku asta rêjeya aşîbûnê kêm e, mela û alim piştgiriyê didin xebatên tenduristiyê yên di warê aşiyê da.

Mehmet Sıddık Kaya, İbrahim Toprak, Selahattin Erol, Osman Bilgin  | 27.07.2021 - Rojanekırın : 04.08.2021
Li Başûrê Rojhilat ji bo zêdekirina rêjeya aşîkirinê mela û alim jî ketin dewrê

Diyarbakir

 Li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê di çarçoveya xebatên dijî cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da ji bo ku rêjeya aşîkirinê zêde bibe, mela û alimên jî ketin dewrê.

Li parêzgehên herêmê ji bo ku nexweşî ji holê rabe, xebatên aşîkirinê didomin. Lêbelê hin welatî hê jî aşî nebûne û ji bo serwextkirina van welatiyan jî ekîbên tenduristiyê bênavber dixebitin.

Ji xeynî aşîkirina li nexweşxane, navnedên tenduristiyê û konên ji bo vî karî hatin vegirtin, her wisa ekîb didin ser rê, diçin ciyên herî dûr û xizmeta aşiyê dibin ber piyên însanan.

Digel van xebat û hewlan li herêmê rêjeya aşîbûnê di asteke kêm da ma û lewma jî peywirdarên diyanetê ketin dewrê.

Alim û mela bi mirovên ku der heqê aşiyê da xelet difikirin ra hevdîtinê dikin, ji wan ra behsa girîngiya parastina jiyan û tenduristiyê ya ji hêla dîn va dikin da ku biçin û aşî bibin.

27.07.2021

Li Başûrê Rojhilat ji bo zêdekirina rêjeya aşîkirinê mela û alim jî ketin dewrê

- Diyarbekir

Serokê Weqfa Alimên Medreseyê (MEDAV) Tayyip Elçî ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, welatiyên ku dora wan tê, divê biçin û aşî bibin.

Elçî got ku li gorî hiqûqa Îslamê di meseleyekê da dema biryar bê dayîn divê ewilî li nêrînên pisporên wê mijarê bê guhdarkirin û ragihand vîrusa koronayê jî meseleyeke tibî ye û di vê mijarê da jî divê li gor biryarên ku doktor didin gav bên avêtin.

Elçî got: "Li welatê me û dinyayê heke doxtoran biryar dabe ku aşî ji bo rê li belavbûna şewbê girtin û dawî lê anînê hewce dike ji hêla Îslamê va em jî vê pesend dikin. Wek rûspî, pêşîkêş, mele û alim em jî pêşniyaz dikin ku bila civak aşî bibe. Em biryarê didin ku her welatiyê me ji bo ku rê li belavbûna şewbê bigirin û xwe û civakê ji vê biparêzin lazime teqez aşî bibin."

Di axaftina xwe da Elçî ragihand ku ji hêla olî va ew li biryara doxtoran mêze dikin û wiha pê da çû: "Dema em li nexşerêyê mêze dikin Diyarbekir di serî da piraniya herêmê hê jî bi rengê sor xuya dike. Herî kêm li van herêman aşî hatiye kirin û em li ber vê dikevin. Em ji hemû welatiyên li Diyarbekir û herêmê ne dixwazin ku bila aşî bibin. Lazim e em rewşê biguherînin. Bila herkes êdî bikaribe dest bi jiyana xwe ya asayî bike."

Meleyê Medreseya Îmam Newewî Sadullah Ergun bangî herkesî kir ku bila aşiya Kovîd-19ê bibin û hêvî kir hemû dinya ji vê şewbê xilas bibe û wiha domand: "Li rûyê dinyê gelek caran şewb belav bûne. Herî dawîn weba û ev Kovîd-19 li çar aliyê dinyayê belav bûn. Li hemberî vê tewdîe hildan wezîfeye. Lazim e mesafeya civakî bê parastin, rûpêç bê emilandin û ji derên ser girtî dûr bê sekinîn. Dînê Îslamê tedawiyê pêşniyaz dike."

Ergun bal kişand ser rewşa Diyarbekirê ku pêketî her diçe lê zêde dibin û wiha pê da çû: "Aşîbûn wezîfeya her misilmanî ye. Lazim e em hev hişyariyê bidin hev. Bi taybetî jî ji bo tevdîr hildanê divê herkes baldar be."

- Batman

Mele Hamît Ergînê ji Batmanê jî diyar kir ku Kovîd-19 mijareke girîng e û dinyayê eleqedar dike, ji ber nexweşiyê gelek eqrebe û dostên wî mirin.

Ergîn got ji Xwedê Teala daxwaza wî ew e ku nexweşî xilas bibe û ew û zarokên xwe aşî bûn.

Ergîn got ji merivên dora wan hat ra pêşniyaz kir ku aşî bibin û wiha pê da çû:

"Ev musîbet e. Me hemûyan eleqedar dike. Em gişt ji vê nexweşiyê aciz in. Qet na niha di destê me da aşî heye. Hinceteke me heye ku em pê bigrin. Wezîfeya me ye ku demildest aşî bibin. Aşî merivan mihefeze dike, qet na wan ji nav nivînan xilas dike. Wezîfeya me ye ku ji roja ewil pê va agahiyan bidin gel. Ji roja ewil vir va ez li ser medyaya civakî mijarê dinivîsim. Aşîbûn mesuliyet e."

- Mêrdîn

Beşîr Aksoyê alimê dîn bal kişand ser girîngiya aşîbûnê.

Aksoy diyar kir ku aşî bû û wiha axivî: "Aşî zarûrî ye. Xwedê teala dibêje, 'Bi xwe xwe neavêjin xetereyê.' dema hekîm dibêjin aşî bibin dibê aşî bibin. Ez pêşnîyazî her kesî dikim ku aşî bibin. Hem li gor tipê hem jî li gor dînê me."

Aksoy wiha pê da çû: "Madem çare heye dibê aşî bibin. Hekîm vê mijarê ji me baştir dizanin. Gotina wan wacib e. Lewra ew erbabên mijarê ne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.