Li Balikesirê bi mezinahiya 6,1ê erd hejiya
Balikesir
Li Sindirgiya navçeya Balikesirê di saet 22.48an da bi mezinahiya 6,1ê erd hejiya.
Li gorî agahiya ji ser malpera Serokatiya Rêveberiya Rewşa Acîl û Bobelatê (AFAD), navend navçeya Sindirgiyê bi mezinahiya 6,1ê erd hejiya.
Hat tesbîtkirin ku erdhej 5,99 kîlomêtre di bin erdê da çêbû.
Li bajarên der û dorê erdhej hat hîskirin.
Waliyê Balikesirê Îsmaîl Ustaoglu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand li Sindirgiyê bi mezinahiya 6,1ê erd hejiya.
Ustaoglu got, "Ez bo hemî welatiyên me yên bandora erdhejê da man dibêjim derbasî be. Xwedê welatê me, miletê me ji afatan biparêze."
Qaymeqamê Sindirgiyê Dogukan Koyuncu got ku xebatên lêkolînê li qadê dewam dikin û wiha dewam kir, "Heta niha hat tespîtkirin ku hin avahî hilweşiyane. Heta niha xebera mirinê nehat. Ji gundan jî xeberên neyînî nehatin. Li qadê xebat dewam dikin."
Erdheja li Sindirgiyê çêbû li bajarên din jî hat hîskirin⤵️ pic.twitter.com/NwhcSgSt5A
— Anadolu Kurdî (@aa_kurdish) October 28, 2025
- Li Balikesîrê ji ber erdhejê dibistan ji bo rojekê hatin tetîlkirin
Li Sindirgiya navçeya Balikesîrê ji ber erdheja ku bi mezinahiya 6,1ê çêbû, li navçeyê dibistan ji bo rojekê hatin tetîlkirin.
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya daxuyand ku di erdheja li Sindirgiya navçeya Balikesîrê ya bi mezinahiya 6,1ê çêbû da bi rêya Navendên Banga Acîl a 112yê, di nav da 25 îxbarên xisara avahiyan, bi tevahî 504 îxbar hatin wergirtin.
Wezîr Yerlîkaya li ser hesabê xwe NSosyalê wiha got: "Şikir ji Xwedê ra ji bajarên ku bandora erdhejê lê çêbûne tu îxbarên mirinê nehatin. Mizgeft, salonên werzîşê û dibistan ji bo ku welatiyên me lê sitar bibin hatin vekirin. Li seranserê Balikesîrê perwerde û hîndekarî ji bo rojekê hatin rawestandin. Bi rêya Navendên Banga Acîl a 112yê, di nav da 25 îxbarên xisara avahiyan, bi tevahî 504 îxbar hatin wergirtin. Îxbar yek bi yek tên nirxandin."
Yerlîkaya hat Sindirgiyê û bi welatiyên ku malên wan di erdhejê da xisareke mezin dîtine û yên ku ji ber baranê xwe sipartine kafeyan ra axivî û got serborî be.

- Di erdheja li Balikesîrê da 19 kes birîndar bûn
Wezîrê Tenduristiyê Kemal Memişoglu ragihand ku di erdheja mezinahî 6,1ê da ya ku li Sindirgiya navçeya Balikesîrê çêbû, ji 19 kesên ku ji ber sedemên wekî ketin û xweavêtinê birîndar bûn, 4 jê piştî tedawiyê bo malên xwe hatin şandin û tenduristiya birîndaran bi giştî baş e.
Wezîr Memişoglu di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê NSosyalê da wiha got:
"Di erdhejê da ya ku li Balikesîrê çêbû û li parêzgehên dewrûberê hat hîskirin, birîndarbûneke rasterast ji ber erdhejê çênebû. Ji 19 kesên ku ji ber sedemên talî yên wekî ketin û xweavêtinê birîndar bûn, 4 jê piştî tedawiyê bo malên xwe hatin şandin û her wiha tenduristiya hemû birîndarên me bi giştî baş e û tedawiya wan li nexweşxaneyên me berdewam e. Ez ji bo wan şifaya bilez hêvî dikim. Xwedê gel û miletê me ji her cure afatê biparêze."

- Li Balikesîrê bi mezinahiya 4,8an erdhej çêbû
Li Sindirgiya navçeya Balikesîrê di saet 10.54an da bi mezinahiya 4,8an erdhej çêbû.
Li gor agahiya ku li ser malpera înternetê ya Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Acîl û Afatê (AFAD) hat parvekirin, navend navçeya Sindirgiyê bi mezinahiya 4,8an erdhejek çêbû.
Hat tesbîtkirin ku erdhej 7 kîlomêtro di bin erdê da çêbûye.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
