Tirkiye

Li bakurê Iraqê çek û cebilxaneya PKKya rêxistina terorê hat bidestxistin

25.09.2020 - Rojanekırın : 26.09.2020
Li bakurê Iraqê çek û cebilxaneya PKKya rêxistina terorê hat bidestxistin

Ankara

 Li bakurê Iraqê amûrên jiyanê, çek û cebilxaneya PKKya rêxistina terorê hat bidestxistin.

Li gor daxuyaniya ku Wezareta Parastina Neteweyî da li bakurê Iraqê xebatên li dijî PKKyê tên kirin dewam dike.

Hat gotin ku di xebatên lêgerîn û kontrolê yên komando li herêma Avaşîn-Basyanê birêva birin da gelek çek û cebilxaneyên rêxistina terorê hatin tespîtkirin.

Di xebatên lêgerînê da 5 şikeft/stargehên PKKê hatin tespîtkirin û di wan da 4 tivingên piyade yên AK-47, tivinga piyade ya M-16an, RPG-7 roketavêj, 7 bombeyên dest, 47 guleyên AK-47ê. 17 şarjorên AK-47ê, 2 şarjorên M-16an, ji bo teqemeniya bi destçêkirî çavkaniya vejenê, amûra bişev dîtinê, makîneya wêneyan, bêtêl, siwaneka termal û gelek amûrên ji bo jiyanê hatin bidestxistin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.