Oğuzhan Sarı
06 Tebax 2024•Rojanekirin: 07 Tebax 2024
ANKARA (AA) - Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) ragihand ku li bakurê Iraqê li herêma Xakurk û Garayê 8 terorîstên PKKyî hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya Wezaretê da wiha hat gotin: "Hêzên me yên Çekdar ên Tirk ên Qehreman 8 terorîstên PKKyî yên ku li bakurê Iraqê li herêma Xakurk û Garayê hatin tesbîtkirin, berteref kirin. Operasyonên me yên ku em bi biryarî didomînin heta ku terorîstê dawîn bê berterefkirin wê dewam bikin."