15 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 16 Tîrmeh 2019
Li Metînaya herêma bakurê Iraqê bi Operasyona Pencikê ra di nav kordînasyonê da operasyona esmanî hat kirin û 8 terorîst hatin berterefkirin.
Li gor agahdarkirina ser hesabê Twitterê yê Wezareta Parastina Neteweyî li Metînaya herêma bakurê Iraqê bi Operasyona Pencikê ra di nav kordînasyonê da operasyona esmanî hat kirin.
Bi operasyona esmanî va hedefên ku ji aliyê PKKya rêxistina terorê va kozika çekan, sitargeh û kûlik dihatin xebitandin, hatin lêxistin, 8 terorîstên din hatin berterefkirin.