30 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 31 Tîrmeh 2017
ANKARA
Hêzên Çekdar ên Tirk duh êvarê li bakurê Iraqê ser herêma Zap û Metîneyê operasyona esmanî kir û di operasyonê da 3 kozikên çekan, 2 şikeft hatin îmhakirin, li gor agahiyên ewilîn 3 mensûbên rêxistina terorê ya cudaxwaz ku amadehiya êrişê dikirin, hatin berterefkirin.
Li gor agahdarkirina Sererkaniyê, duh êvarê li ser îstixbarateke ku ji herêmên Zap û Metînayê hat hildan, jetên Hêzên Çekdar ên Tirk li herêmê operasyona esmanî kir.
Di operasyonê da qadên rêxistina terorê ya cudaxwaz hatin tesbîtkirin û bombebarankirin. Di bombebaranê da 3 kozikên çekan, 2 şikeft hatin îmhakirin, li gor agahiyên ewilîn 3 terorîstên ku amadehiya êrişê dikirin, hatin berterefkirin.
Jet piştî operasyonê sax û silamet vegeriyan baregehên xwe.