Esra Ağaçyetiştiren
16 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 17 Berfanbar 2023
Li bakurê Iraqê li herêma operasyona Pençe-Kilîtê 5 terorîst hatin berterefkirin. Jimara terorîstên ku îro li herêmê hatin berterefkirin derket 7an.
Di daxuyaniya Wezareta Parastina Neteweyî da wiha hat gotin:
"Hêzên me yên Çekdar ên Qehreman bi parolaya 'terorîst li ku be hedefa me ew der e' qulên terorîstan ji holê radike. 5 terorîstên PKKyî yên ku li herêma Operasyona Pençe-Kilîtê ya li bakurê Iraqê hatin tesbîtkirin bi SÎHAyê hatin berterefkirin. Bi vî awayî îro li bakurê Iraqê 7 terorîst hatin berterefkirin."