Fırat Taşdemir
23 Tebax 2024•Rojanekirin: 24 Tebax 2024
Wezareta Parastina Neteweyî (MSB) ragihand ku 16 terorîstên PKKyên ku li Xwakurk, Asos, Gare û Metînaya li bakurê Iraqê hatin tesbîtkirin, hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya Wezaretê da wiha hat gotin:
"Hêzên me yên çekdar ên qehreman, 16 terorîstên PKK yên ku li deverên Xwakurk, Asos, Gare û Metînaya li bakurê Iraqê tesbît kirin, berteref kirin. Ji bo ku teror di çavkaniyê wê da bê pûçkirin, emê operasyonên ji nişkê va, xurt û yên li ser hev, bê navber bidomînin."