Alper Şaşmaz
09 Sibat 2025•Rojanekirin: 09 Sibat 2025
Bi herekatên asîmanî yên di 29ê Rêbendanê-7ê Sibatê da li dijî bakurê Iraqê hatin lidarxistin, 11 terorîst hatin berterefkirin.
Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) li ser hesabê xwe yê medyaya civakî diyar kir ku di 29ê Rêbendanê-7ê Sibatê da li dijî bakurê Iraqê herekatên asîmanî hatin lidarxistin û ev agahî parve kir:
"Di encama herekatên asîmanî da li herêma Gareyê 7, li herêma Xwakurkê 4 bi tevahî 11 terorîstên PKKyî hatin berterefkirin. Hêzên me yên Çekdarên Tirk ji bo welatê me yê ezîz di sitandina tedbîrên li dijî rêxistinên terorê da berdewam e."