Tirkiye

Li Bajarê Kevnar ê Tharsayê ya li Adiyemanê goreke odeyê ya 1800 salî hat dîtin

Orhan Pehlül  | 12.11.2025 - Rojanekırın : 12.11.2025
Li Bajarê Kevnar ê Tharsayê ya li Adiyemanê goreke odeyê ya 1800 salî hat dîtin

Adıyaman

ADIYAMAN (AA) - Li Bajarê Kevnar ê Tharsayê ya li Adiyemanê goreke odeyê ya 1800 salî hat dîtin.

Midûrê Muzeya Adiyemanê Mehmet Alkan ji rojnamevanan ra daxuyand wan li bajarê ku nêzîkî gundê Kuyuluyê, di xebatên kolandinê yên îsal da goreke odeyê dîtiye.

Alkan destnîşan kir ku wan goreke odeyê ya hêja derxistiye holê û wiha got: "Dema ku em dikevin hundir dîwaneke gorê, peykerê jinekê û guldankek heye. Di heman demê da, li ser banê gorê jî şiklên çeprast cî digirin."

Alkan daxuyand cara yekem e ku ew li bajarê kevnar rastî goreke wisa tên û wiha axivî: "Tûrîstên herêmî û biyanî tên vir. Bi saya çalakiyên curbecur ên danasînê yên ku ji hêla Midûriyeta Çand û Tûrîzmê ya Bajarê me va tên kirin, hejmara mêvanên me roj bi roj zêde dibe."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.