Tirkiye

Li Antalyayê xebatên vemirandina şewatan ên ku di qadên daristanê da derketibûn, dewam dikin

Mustafa Karabıyık, Gülsem Adam, Hatice Özdemir Tosun, Mustafa Kurt  | 25.07.2025 - Rojanekırın : 26.07.2025
Li Antalyayê xebatên vemirandina şewatan ên ku di qadên daristanê da derketibûn, dewam dikin

Antalya

 Li Manavgata navçeya Antalyayê şewata ku li qada daristanê derketibû hat kontrolkirin û xebatên vemirandinê yên şewatên li navçeyên Aksu û Muratpaşayê jî dewam dikin.

Li cihên daristanî yên li Taxa Kurşunluyê ya Aksuyê, Taxa Guzelobayê ya Muratpaşayê û Taxa Guzelyaliyê ya Manavgatê ji ber sedemên ku hê nayên zanîn şewat derket.

Li ser agahdarkirinê 8 firoke, 32 arazoz, 2 makîneyên kar, 186 xebatkarên daristanê û Wesayîtên Midaxaleya Bûyerên Civakî (TOMA) yên Midûriya Ewlehiya Bajêr ber bi deverên şewatê va hatin şandin.

Li taxên Aksu û Muratpaşayê ji ber ku şewat nêzîkî malan e, piştî banga polêsan mal hatin valakirin.

Hem ji hewayê û hem jî ji bejahiyê hewl tê dayîn ku şewat bên vemirandin.

Di vê navberê da, şewata li Aksuyê nêzîkî bajarê kevnar ê Pergeyê bû.

Waliyê Antalyayê Hulusî Şahîn ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku şewatên li Muratpaşa û Aksuyê nêzîkî deverên niştecihbûnê ne û wiha got: "Şewata daristanê ya li Manavgatê hatiye kontrolkirin, li Muratpaşa û Aksuyê jî xebat dewam dikin. Şewata li Muratpaşayê wek qad ne pir mezin e, lê ji ber xetereya dibe ku belavî deverên niştecihbûnê bibe şewateke girîng e. Ba heye, hewa ziha ye û îhtimala belavbûnê heye."

Şahîn got ji bilî vê li Alanyayê jî li du cihan şewat derketine, lê ew hatine vemirandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın